Li Antalyayê mirina bi guman a zarokekê 2023-11-01 19:16:10   ANTALYA - Li navçeya Muratpaşa a Antalyayê zaroka bi navê Aylîn Kaya bi awayekî guman mirî hat dîtin.   Li navçeya Muratpaşa a Antalyayê di 30’ê cotmehê de hat diyar kirin ku jinek bi guman jiyana xwe ji dest daye li falezan hatiye dîtin. Ji bo lêkolînkirina nasnameyê cenaze rakirin morga Tipa Edlî ya Antalyayê (ATK). Der barê mirina biguman de lêpirsîn hat destpêkirin.   Di çarçoveya lêpirsînê de malbata Aylîn Kaya ya di 25’ê cotmehê de ji serwîsa dibistanê peya bibû û winda bibû gazî ATK’ê kirin.Natalya û Suat Kaya yên çûn saziyê mînaka DNA’yê dan. Encama DNA’yê de hat tespîtkirin ku cenaze aydê Aylîn Kaya ye.    Malbatê cenaze ji morgê teslîm girt.