Koma jinan a ji Swîsreyê hat, Nobeta Azadiyê dewr girt 2023-11-01 19:13:55   NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ku ji Swîsreyê hatin Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê meşandin, dewr girtin.   Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê, 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya nobetê da destpêkirin. Çalakî bi koma nû dewam dike.   Ji Swîsreyê Komuna Arjîn Garzan di hefteya 593’emîn de çalakiya nobetê dewr girt. Di hefteya 592’emîn de koma ku ji bajarê Lîege yê Belçîkayê hatibû, çalakiya nobetê dewr girtibû.   Koma nû ji Halîse Tuzer, Naîle Gumuştaş, Saadet Doymaz û Fehîme Ozturk pêk tê. Komê destnîşan kir ku wê heta 5’ê Mijdarê çalakiyê bimeşînin û piştre dewrî komeke din bikin.   Ji çalakvanên nobetê Naîle Gumuştaş diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di heman demê de li dijî jinên Kurd û gelê Kurd jî tê pêkanîn.   Halîse Tuzer jî anî ziman ku ew dixwazin dengê xwe bigihijînin saziyên navneteweyî û got: “Azadiya Rêbertî, azadiya gelê Kurd û bi taybet azadiya jinan e.”