Hejmara meha mijdarê ya Newaya Jin derket 2023-11-01 09:17:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha mijdarê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta 'Jin dînamîka parastina şoreşê ye' hate weşandin.   Rojnameya Newaya Jin ku hevpeyvîna bi Endama Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif re di manşetê de weşand, cih da mijarên "27'ê Mijdarê", pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re", "Têkoşîna jinê ya li dijî femîcîde", "Têkoşîna ekolojiyê", "Koç" û gelek mijarên di rojevê de ne.   Di hejmara meha mijdarê de banga 'Salên serketinê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 26'ê Mijdara 1996'an de kiribû.   Têkildarî bûyerên li herêmê û cîhanê di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de diqewimin, êrîşên dawî yên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pozîsyona kurdan a li dijî van êrîşan Endama Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif ji rojnameya Newaya Jin re axivî û tespîtên girîng kir.   Foza Yûsif bi bîr xist ku di bingeha êrîşan de armanca qirkirina kurdan û fetisandina şoreşa jinê heye û destnîşan kir ku divê ew bi ruhê berxwedanê yê Kobanê li ber van êrîşan rabin. Foza Yûsif diyar kir ku yekane çareseriya şer û krîza li herêmê projeya neteweyên demokratîk e.   Têkbirina tecrîdê   Rojnameyê cihekî berfireh da mijarên tecrîdê û pêngava 10'ê Cotmehê. Ji nivîskarên nû yên rojnameyê Rûşen Samsat bal kişand ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê.   Rûşen Samsat destnîşan kir ku têkbirina tecrîdê bi rengekî diyalektîk berpirsyariya dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya jinê ye.   Ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya navneteweyî   Ji bangawazên kampanya 10'ê Cotmehê aktîvîsta Îtalyayî Veronica Maio ji rojnameya Newaya Jin re qala detay û armancên kampanyayê kir. Veronica Maoi bang li rêxistinên femînîst, sosyalîst û demokratîk kir ku ji bo avakirina alternatîfê hêza xwe bikin yek.   Konfederalîzma demokratîk   Havîn Guneşer diyar kir ku di asta heyî de aliyên Komploya Navneteweyî hîn baştir hatiye fêhmkirin. Havîn Guneşer destnîşan kir ku rêya rizgariya herêmê ya ji tundiyê, konfederalîzma demokratîk e.   'Mirovahiyê li dora çand û exlaqê azadiyê digihîne hev'   Hêja Zerya jî di nivîsa xwe ya analîzê de salvegera 45'an a PKK'ê nirxand. Hêja Zerya got, "PKK û PAJK rûyê ronahî û lêgerîna mirovahiyê tesmîl dikin. Mirovahiyê li dora çand û exlaqê azadiyê digihîne hev."   Di hejmara meha mijdarê de Haskar Kirmizigul pirsên li ser wêrekî, aqil û pêngava li dijî karaktera bêrehm a serdemê nirxand. Yûrdûsev Ozsokmenler jî işaret bi rastiya koçê kir ku bûye pirsgirêka mezin a serdemê. Her wiha qala sedemên li pişt 'femînîzasyona koç'ê kir.   Ji nivîskarên ekolojiyê yê rojnameyê Guler Yildiz bi sernavê "Wê jin diranê sermaryeyê rakin" gotarek nivîsand.   Mo Nic Goil qala nîqaşên li kampa jineolojiyê ya li bejahiya Skoçyayê kir.   Rojeva jinê   Di rûpelên kurdî de hevpeyvîna bi Parlamentera Amedê ya HEDEP'ê Halîde Turkoglû, kampanya 'Bi jin jiyan azadî re ber bi azadiyê ve' û roportaja Roza Metîna ya li ser encamên Kongreya Partiya Çep a Kesk hate weşandin.   Ji nivîskarên rojnameyê Zîlan Vejîn jî bi pirsa 'Lli girtîgehên Îranê çi bi serê jinan tînin?' bala mirovan dikişîne ser girtîgehên Îranê. Şervîn Nûdem jî qala karên jineolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.   Di hejmara nû ya rojnameyê de biyografiyên Xelatgira a Aştiyê ya Nobelê Narges Mohammadî û aktîvîsta têkoşîna jinê ya Skoç Nora Connolly O'Brien hatin weşandin.