‘Divê em ji teşeyên fikrên mêr derkevin’ 2023-11-01 09:11:07     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya TJA’yê de atolyeyên xweser, tevlihev pêk tên û bi vê tê hedefkirin îradeya jinê ya rêxistinkirî derxin holê. Endama Endezyarên Azadîxwaz Utku Tutar a tevli li atolyeyê bû got: “Divê em wek zîhniyeta mêr nefikirin û ji teşeyê fikrên mêr derkevin. Divê em tevli xebatan û atolyeyên jineolojiyê bibin.”   Tevgera Jinen Azad (TJA), bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanya da destpêkirin û wê heta 8’ê Adara 2024’an bidome. Lingê kampanyayê yê Îzmîrê di 28-29’ê Cotmehê de pêk hat.   Di atolyaya ku roja ewil pêk hat de ‘tecrîd û polîtîkayên şer’, ‘zayendperestî û hişmendiya zayendê’ hat nîqaşkirin. Di roja duyemîn de di atolyaya tevlihev de ‘mêrtî’ hat axaftin.   Aktîvîsta TJA’yê û rêvebera Partiya wekhevî û demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Funda Akbulut der barê atolyeyan de axivî.   ‘Li dijî polîtîkayên şer divê têkoşîn bê dayîn’   Fundayê da zanîn ku li Rojhilata Navîn şer, li Kurditsan û metropolan qirkirina jinê didome, di 6’ê Sibatê de jî erdhej pêk hatiye û got: “Birînên erdhejê hîna nehatine kewandin. Çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîd e. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran mijara gotinê ye. Polîtîkaya tecrîdê bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Jin hepsê malê tên kirin. Jin ji siyasetê tên dûrxistin. Ev hemû girêdayî tecrîdê ne. Di atolyeyan de polîtîkayên şer hatin axaftin. Em pêkanînên heta niha hatine meşandin dibînin. Jinan, ciwanan ber bi bikaranîna tiryakê ve dibin. Fuhuşê li ser jinan ferz dikin. Em bi kampanyaya xwe hedef dikin ku jina xwedî îrade û xwedî hişmend derxin pêş. Divê em li dijî polîtîkayên şer têbikoşin.”   ‘Mêrtî û zayendperestî hat axaftin’   Fundayê wiha dawî lê anî: “Di çarçoveya kampanyayê de em ê atolyeyan li her derê bimeşînin. Me atolyeyên tevlihev jî pêk anîn. Em li ser mijarên mêrtî û zayendperestiyê axivîn. Em her çiqas bêjin me mêrtî kuştiye jî lê hîna ev pêk nehatiye. Ji ber vê ev perwerde girîng in. Em kêmasiyên xwe çareser dikin. Xebatên me wê heta 8’ê Adarê bidomin. Divê ji bo teşeyên têkoşînê em xwe amade bikin. Divê em xebatên xwe her tim bimeşînin.”   ‘Ji bo hevjiyana azad divê mêrtî bê kuştin’   Endama Endezyarên Azadîxwaz Utku Tutar ku tevli atolyeyê bû da zanîn ku divê mêr jî li ser azadiya jinê bifikirin û wiha domand: “Ji bo hevjiyana azad pêk bê divê mêr jî mêrtiyê bikujin û jin xwe pêş bixînin. Kuştina mêr rêwitiyek e. Ji bo em wek zîhniyeta mêr nefikirin divê em tevli xebat û atolyeyan bibin. Divê em derkevin derveyê fikrên mêr. Wê azadiya jinê wê hevjiyana azad jî wisa pêk bê. Ji ber vê divê em tevli atolyeyan bibin.”   Hevserokê HEDEP’a Karabaglarê Îsmaîl Başci jî destnîşan kir ku tiştên di atolyeyan de hatine hînkirin divê bikevin jiyanê û wiha bi lêv kir: “Perspektîfên min ji vir giriye ez ê di jiyana xwe de pêk bînim. Ev bermayina 5 hezar salî ye. Pirsgirêka nasnameya neteweyî ya jinên kurd û çînî heye. Du caran di civakê de tên pelçiqandin. Em di wê baweriyê de ne ku ev wê bi xeta Zîlan û Bêrîtanê bê çareserkirin. Em ê têkoşîna vê bidin.”   Endama HEDEP’ê Husniye Dag jî bi lêv kir ku mêr bi atolyeyên tevlihev zêde pêş neketine û got perwerda hatiye dayîn, li agahiyên wan agahî zêde kirine û got ligel hev bûn gelek bi nirx bûye. Husniyeyê her wiha got çi bikeve ser milê wan wê bikin û got wek jin hêviyê bi xwe re dibînin û ji bo mezinbûna hêviyê wê têbikoşin.