‘Lêgerîna tazî parçeyek ji şerê taybet e’ 2023-11-01 09:05:21     ÊLIH - Di salên dawî de yek ji binpêkirinên mafan yên herî zêde tê rojevê lêgerîna tazî ye. Endama Meclîsa Ciwanan  a HEDEP’ê Elîf Yalçin der barê mijarê de axivî û da zanîn ku lêgerîna tazî parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e.    Yek ji cihên ku herî zêde binpêkirinên mafan lê tên kirin girtîgehin. Li girtîgehan îşkenceya lêgerîna tazî pêk tê. Desthilatdarî her çiqas vê înkar bike jî hem li girtîgehan hem di bin çavan de li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin. Gelek girtiyan bi serlêndanan û riyên hiqûqî hewl dan vê bikin rojevê. Jinan der barê îşkenceya lêgerîna tazî de bertekên xwe anîn ziman.   ‘Armanc dikin ku girtiyan bê hêz bihêlin’   Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Elîf Yalçin da zanîn ku  lêgerîna tazî ne raste û girêdayê tecrîdê ye. Elîfê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêgerîna tazî bi taybet li girtiyên siyasî tê kirin. Armanc dikin ku girtiyan bê hêz bihêlin. Lêgerina tazî binpêkirina maf e. Em qebûl nakin. Pêkanînek xerab ya li ser mirovan bandorên travmatîk ava dike ye. Herwiha jinên ducnî û jinên dema reglê de heta pedên wan tên lêgerînkirin. Ev tundiyek mezine.”   ‘Parçeyek ji şerê taybet e’   Elifê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku lêgerîna tazî parçeyeke ji polîtîkayên şerê taybet a dewleê ye û wiha anî ziman: “Em çûn kongreya HEDEP’ê ya 15’ê cotmehê. Di dema lêgerînê de peda di bêrîka min de dîtin. Di nav her kesî de ped derxistin û heta yek bi yek derxistin û gotin di nav wan de çi heye. Em vê rewşê qebûl nakin. Em gelek bi bandor dibin. Lê hevalên me yên girtî bêguman zêdetir bi bandor dibin. Em ê her tim li dijî vê pêkanînê bin. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin em têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Divê li dijî vê seknek bê nîşandan’   Mamosteya Kurdî Mîne Karataş jî diyar kir ku gelek jin bi lêgerîna tazî re tên rû hev û wiha bi lêv kir: “Di bin çavan de an jî dema çûyîna girtîgehan de lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin. Ev nêzîkatiyek dijahlaqî û ne adîlane ye. Ez wek jinekê vê qebûl nakim. Divê em li dijî vê helwestê sekna xwe nîşan bidin.”   ‘Em lêgerîna tazî wek tacîz dibînin’   Berdevka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya jî bertekên xwe anîN ziman û destnîşan kir ku lêgerîna tazî binpêkirina maf e û vê rewşê wek tecîz dibînin û teşeyê vê lêgerînê travmayek mezin diafirîne. Emîneyê wiha vegot: “Ev pêkanîn polîtîka çewisandinê ye. Dema rojnameger an jî siyasetmedar tên girtin bi kuçikan êrîşî wan tê kirin. Ji bo bikevin hundir li ber çavên zarokan deriyan digirin û dikevin hundir. Di bin çavan de me qêrîn bihistin, pirsirêkên xwarin û vexwarinê hatin jiyîn. Ev tiştên min rêzkirin hemû binpêkirina maf in.”