Li Mersînê tûndiya mêr 2023-10-31 21:53:01   MERSÎN - Li navçeya Anamur a Mersînê mêrê bi navê M.T, xwişka xwe Serap Akdag, kur û hevjînê Serapê qetil kir.   Li navçeya Anamur a Mersînê mêrê bi navê M.T, xwişka xwe Serap Akdag, hevjînê wê Murat û kurê wê Ferhat Mucahît Akdag bi çekê qetil kir.  Ekîbên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku her sê kesî jiyana xwe ji dest dane. Gumanbar M.T jî cihê bûyerê reviya. Cenaze piştre rakirin morga Nexweşxana Dewletê ya Anamurê. Hat hînbûn ku ji bo gumanbar bê girtin lêgerîn hatiye destpêkirin.