Ji Gerok Ma ji bo zarokan atolye 2023-10-31 20:20:02   ŞIRNEX - Li Silopiyayê Gerok Ma di çarçoveya xebatên çand û hûnerê de atolyeya zarokan li dar xist.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Komîsyona Çandê ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) atolyeyazarokan li dar xist. Atolye ji aliyê Gerok Ma ve hate çêkirin. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek zarok û malbatên wan amade bûn. Gerok Ma li taxa Ofîsê Parqa 15 Temmuz ya navçeyê atolyeya zarokan li dar xist. Tîma Gerok Ma’yê ewilî bi stranên Rûbaro û Zimanê kurdî li nav kolanên taxê geriya û zarok li derdora xwe komkirin. Zarokên ku li dora Gerok Ma'yê kom bûn derbasî parqê bûn.    Zarokan li ser potên hatin danîn bi boyaxê lîstin. Di şahiyê de zarokan bi awayekî koroyî strana “Rûbaro” gotin.