Çawişê pispor ê gumanbarê tacîzê hat berdan 2023-10-31 18:05:12     MÊRDÎN - Çawişê pispor Eyûp K. ku li navçeya Nisêbînê 4 zarok tacîz kiribû, bi şertê kontrola edlî hate berdan.     Çawişê Pispor ê bi navê Eyûp K. ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 4 zarok tacîz kiribû, ji ber sûcên “Hîle kiriye û ji bo tacîza zayendî zarok ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” bi awayeke girtî dihat darizandin. Duyemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin.    Çawişê pispor ê gumanbar li girtîgeha lê dihat ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Malbata bersûc û parêzerên wî jî di danişînê de amade bûn. Parêzerên zarokên rastî tacîzê hatin jî tev li danişînê bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê xwestin daxilî dozê bibin. Piştre jî parêzeran xwestin ku rewşa girtî ya gumanbar bidome û were cezakirin.  Dadgehê bi sedema “destdirêjiyê” xwest gumanbar parastina xwe bike. Gumanbar tawanbarî red kir û xwest were berdan.   ‘Fermandarên wî jê hez dikin’    Parêzerên gumanbar jî got ku zarok bi miwekîlê wî re nehatine rûbirûkirin û îdia kir ku zarok hatine arastekirin. Parêzer, piştre jî ev parastin kir: “Her çend ku hûn van kesan weke zarok pênase bikin jî ev kes 17 salî ne û ciwanên mîna cinan e. Telefonê bi kar tînin û dikariyan bikişînin.” Parêzerê ku hewl da siwarkirina zarokan a li wesayîtê weke tiştekî asayî nîşan bide, ji bo faîl wiha got: “Miwekîlê min ji hêla fermandarên xwe ve tê hezkirin.”    Parêzerê gumanbar xwest ku miwekîlê wî “ji ber nasnameya xwe ya leşkertiyê” were berdan. Dadgehê, biryara xwe ya navberê eşkere nekir, daxwaza midaxilbûnê ya OHD û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê red kir, ji bo gumanbar bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da û danişîna din taloqî 1’ê sibata 2024’an kir.    Der barê bûyerê de   Çawişê pisporê bi navê Eyûp K. li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê peywirdar bû. Xwe weke endezyar da nasîn û bi hinceta pirsîna navnîşanê 4 zarok li wesayîta xwe siwar kir û tacîz kir. Zarok A.D. (18) û H.O. (18) û du zarokên din ku dema bûyer qewimî hêj zarok bûn ku di navbera çile-nîsana 2023’yan de di dem û cihên cuda de rastî tacîzê hatibûn, bûyer bi mamosteyên xwe re parve kirin. Zarokan, piştre jî bûyer bi malbatên xwe re parve kirin û gilî kirin. Li ser vê yekê derheqê çawişê pispor Eyûp K. de lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wî da û hate girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di çarçoveya sûcên “Hîle kiriye û ji bo têkiliya zayendî zarok ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan” de îdianame amade kir û xwest 20 sal ceza lê were birîn.