Desteya Jin rola aborî û siyasî ya jinan nîqaş kir 2023-10-31 15:31:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jin a Rêveberiya Xweser bi panelekê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de nîqaş kir. Panel bi biryarên girîng bi dawî bû.   Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê 'Xurtkirina Jinê di aliyê siyasî û aborî de (êş-astengî-asoyên çareseriyê)' panelek li dar xist.   Panel li Hola Mişwar a li rojavayê Reqayê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Rêveveberiya Xweser hate lidarxistin.   Di beşa yekemîn a panelê de cîgira berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîra El Ezîz li ser mijara çawanya xurtkirina jinan di aliyê siyasî de axivî û got: "Hê jî pêdiviya civakên ku gavên destpêkê ber bi avakirinê ve diavêjin, bi xurtkirina jinan di tevahî aliyên aborî, siyasî, civakî û çandî de heye. Pêşketin û avakirina ku hemû beşên civakê beşdar nebin kêm dimîne."   Semîre destnîşan kir ku civakên pêşketî tevahî beşên xwe beşdarî avakirina şaristaniyê dikin û ji bo ku ji hêza wan sûd werbigirin rol dide wan.   Semîre bal kişand ser serketina şoreşa jinê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Jinê hêza xwe ya dayînê ceriband, kir nimûne û wêneyekî geş da û pirsporî û hebûna xwe ya nayê paşguhkirin îsbat kir."   Gerînendetiya Rêveber a Komeleya Yasmîn Cîhan El Seîd di beşa duyemîn a panelê de li ser çawaniya xurtkirina jinan di aliyê aborî de axivî û behsa bandora hin kevneşopiyên civakî li jinan kir.   Panel bi van biryaran bi dawî bû:   Piştgiriya xebata veguharandina demokratîk, belavkirina çanda neteweya demokratîk, mafê cudabûn û pirrengiyê, hevqebûlkirin û têgînên pirrengiya civakî.   Danasîna lihevkirinên navneteweyî yên girêdayî qanûnên jinê, piştgirî û xwedîlêderketina wan.   Perwerdekirina jinan ji bo xwe gihîştina navendên biryarê.   Xurtkirina asta saziyên civaka sivîl ku parastina mafên jinan dikin.   Sûdwergirtina ji derfetên xwecihî û derve bi rêya xurtkirina peywendiyan.   Xurtkirina rola jinê di xebata aştî, lihevanîn û çareserkirina şeran de.   Piştgirî û fînansekirina projeyên xurtkirina jinê di aliyê aborî de ji hêla Desteya Jinê ve.   Zêdekirina panel, forum û rûniştinên der barê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de.   Xebitandina li ser pêkanîna qanûna malbatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.