'Dengê min piştî mirina min dê bê bihîstin?' 2023-10-31 09:03:29     Şehrîban Aslan   AMED - Dadgehê cezayê muebbetê yê giran ê Tarik Kaplan ê ku hewlda Nurcan Kaplan û dayika wê Nezîre Demîr bikuje daxist 15 salan.   Li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê Tarik Kaplan di 1'ê Hezîrana 2021'ê de bi çekê hewl da Nûrcan Kaplan a ku bi wê re di nava pêvajoya hevberdanê de bû û dayika wê Nezîre Demîr bikuje. Nûrcan û Nezîre di encama êrişa ku dema ji sûkê vedigeriyan de bi giranî birîndar bûn. Bersûc Tarik Kaplan ê ku ji cihê bûyerê reviya, di Tîrmeha 2021’ê de hatibû girtin û şandin girtîgehê.   Nûrcan ji ajansa me re axivî, diyar kir ku 15 sal in bi awayekî sîstematîk li dijî wê şîdetê bikar aniye û her çend bi salane gelek caran gilî kiriye jî, li hemberî tundiyê tu tedbîrên pêşîgirtin û parastinê nehatine girtin. Nûrcan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ma ez bimirim ku tu Tarik Kaplan bigirî? Bi salan rastî şîdeta sîstematîk hatim, qereqolek ku ez jê re gilî nekim nemabû. Fermanên parastinê yên hatin girtin nas nekir. Lê ez difikirim ku giliyê min û dengê min dê piştî mirina min were bihîstin."    Nûrcan, destnîşan kir ku faîl di Tîrmeha 2021'ê de hat binçavkirin û wiha bi lêv kir: "Piştî ku hat binçavkirin hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derarê kiryar Tarik Kaplan de bi hinceta "Li hemberî hevjînê hewldana kuştinê" û "Di encama êrişa bi çek de birîndarkirin" îdianame hat amadekirin. Îdianame ji hêla 13'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.    Doz 2 salan berdewam kir û di 9'emîn danişîn di 15'ê Îlonê de hat dîtin. Şandeya Dadgehê derbarê kiryar Tarik Kaplan de biryara muebeta giran da û piştre jî bi hinceta "Hewldanê" ya êrişa li hemberî Nûcan de jî cezawê Tarik daxist 15 salan. Ji ber ku Nezîre Demîr jî birîndar kiriye 4 sal 6 meh ceza dan Tarik.