ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-31 09:00:00   *Jinan bertek nîşanî bombebarana qadên jiyanê yên li Rojava û Filistinê û wiha gotin:"Divê li dijî êrişan têkoşîn mezin bibe û her kes ji bo Rojava deng derxe. Dengê li dijî Filistinê divê ji bo Rojava jî bê bilindkirin. " DÎMEN HEYE   * Dadgehê cezayê muebbetê yê giran ê Tarik Kaplan ê ku hewlda Nurcan Kaplan û dayika wê Nezîre Demîr bikuje daxist 15 salan.   *Melek Ozdemir a ku ji gundê Kelkoma yê Pîranê yê di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hat şewitdandin e û koçber bûye ji me re bahsa serpêhatiya xwe ya jiyana koçberiyê kir. Melek a ku li dijî zilm û zorê heta roja îro serî netewand û li ber we daye, diyar kir ku jiyana koçberiyê gelek zahmet e û piştî qeyrana aboriyê ev zahmetî zêdetir bûne. DÎMEN HEYE   *Siyasetmedar Nûrsel Aydogan têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn AKP'ê têkbirina Kobanê tu carî hezim nekir û wiha got:"Piştgiriya gelên cîhanê ya ji bo Kobanê qels bûye, îro Kobanê dîsa di bin tehdîdeke mezin de ye û divê ev piştgirî demildest bê xurtkirin." DÎMEN HEYE   *Tevî ku dema girtina 7 salan a siyasetmedar Gultan Kişanak qediyaye jî nayê tehliyekirin. Parêzera Gultanê, Gul Altay da zanîn bi biryarên AYM û AÎHM'ê hiqûqa navxweyî bi cih naynin û wiha got:"Gultanê alîgira jinên kurd û jinên tên çewisandin e. Loma jî girtiye. Divê rêxistinên jinan vê mijarê di rojevê de bigirin."  DÎMEN HEYE