Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Şengalê çalakî hat lidarxistin 2023-10-30 11:10:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Şengalê li dijî tecrîda giran û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya meşê li dar xistin.    Pêngava cîhanî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ destpêkirî her ku diçe berfireh dibe. Şêniyên Şengalê jî li dijî tecrîda giran û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya meşê li dar xistin.    Bi heman armancê di 23'ê Cotmehê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma 'Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî' dest bi pêngavekê kir.   Her ferdekî Kurdistanî û welatparêz ên ku xwe bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kirî beşdarî pêngavê bû. Her zarokekî Kurdistanê û bi taybetî Êzidîxanê çavê xwe bi hildana navê Apo li jiyanê vekirî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwaze.   Ji 7 heta 70’ê salî, zarok, ciwan, jin û tevahî aliyê civakê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya fîzîkî dixwazin. Li qadên navneteweyî û seranserî Kurdistanê pêngav bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Li Şengalê piştî ragihandina pêngavê gelek çalakî hatin li darxistin. Ev çalakî jî berdewam dikin.