Divê her kes ji bo girtîgehan bikeve hewldanan 2023-10-30 09:10:36     AMED - Endama SES’ê Fatma Yildizhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku qanûna darvekirinê rabû lê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Fatmayê da zanîn ku divê her kes her sazî ji bo girtîgehan bikeve hewldanê û bertek nîşan bide.   Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û li ser girtyên siyasî yên nexweş tecrîd jî her diçe giran dibe. Tecrîda ku bandorek mezin li ser girtiyên nexweş dike, dermankirina girtyan asteng dike û raporên ATK’ê yên dikarin girtî bimînin jî girtiyan terkî mirinê dike. Endama Sendîkaya Kedkarkên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Fatma Yildizhan der barê mijarê de nirxandin kir.   Mafê tenduristiyê tê astengkirin   Fatmayê da zanîn ku girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û ev ne tenê li girtîgehan êdî li hemû qadan tê jiyîn. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîka şerê taybet ya desthilatdariyê ye. Hawira girtîgehê gelek xerabe. Desthilatdarî girtiyên nexweş bernade û mafê wan binpê dike. Dijhiqûqiya tê jiyîn ne mirovî ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye.”   ‘Dermankirina bi kelepçe rêbaza cezakirinê ye’   Fatmayê bal kişand ser pêvajoya dermankirina girtiyan û mijara dermankirina bi kelepçe jî nirxand û got ku di dema dermankirinê de mahremiyeta nexweş-doktor tê binpêkirin û wiha dirêjî daye: “Ev rewş nikare bê qebûlkirin. Bi taybet dema girtiyên siyasî dibin nexweşxanê bi kelepçe dibin û ev rêbazek cezakirinê ye. Ev ji bo şikandina rumeta mirovahiyê ye. Ji van zextên pergalê xebatkarên tenduristiyê jî para xwe digirin.”   ‘Peywir dikeve ser milê kedkarên tenduristiyê’   Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî binpêkirina mafan peywirek mezin dikeve ser milê kedkarên tenduristiyê û wiha dirêjî daye: “Hem di mijara pîşe hem jî mijara sekna mirovahî de divê sekna xwe li dijî vê nîşan bidin. Dema xebatkarên tenduristiyê vê sekna xwe nîşan diin jî êrîş li hember wan pêk tê. Şertên girtîgehan gelek xerabin. Girtiyên nexweş di şertên giran de dimînin û şertên dermankirinê tune ne.  Şertên girtîgehê bandorê li pêvajoya dermankirinê dikin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.”   Di girtîgehan de cezakirinek cuda   Fatmayê balkişand ser raporên saziyên din yên ji bo girtiyên nexweş tên dayîn û wiha bi lêv kir: “Ger ji du saziyên cuda yên girêdayê dewletê raporên cuda derkevin wê demê  nîşan dide ku li cihekî mudaxale heye. Dema saziyek ji bo girtî ‘nikare girtî bimîne’ raporê bide divê ev esas bê girtin. Divê ne pergal kes esas bê girtin. Ez banga berpirsyariyê li hemû aliyan dikim. Divê her kes her sazî di mijara girtiyan de peywira xwe bîne cih, bertekên xwe bînin ziman. Divê  mekanîzma seknek hevpar nîşan bidin.”