ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-30 09:00:00     *Jinên rojnameger ên li Helebê têkildarî pêşketina qada rojnamegeriyê ya di Şoreşa Rojava de wiha gotin:"Piştî Şoreşa Rojava qadek mezin û berfireh di Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin û hejmarek mezin ji rojnamegerên jin cihê xwe di wan sazî û dezgehan de girtin. Rojnamegeriya jinan bi Şoreşa Rojava re pêş ket." DÎMEN HEYE   *Berdevka meclîsa jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu polîtîkayên tecrîd, şerê taybet û êrîşên li hember destkeftiyên jinan nirxand û da zanîn ku wê li dijî vê ji taxan dest pê bikin û xeta têkoşînê li her qadê xurt bikin û got ku der barê hilbijartinên herêmî de jî bi jinên STK’yan re koma projeyê ava kirine û  xebatan dimeşînin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan da zanîn ku piştî erdhêja 6’ê Sibatê şûnde dsthilatdarî qels maye û mexduriyeta gel çareser nekiriye. DÎMEN HEYE   *Endama SES’ê Fatma Yildizhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku qanûna darvekirinê rabû lê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Fatmayê da zanîn ku divê her kes her sazî ji bo girtîgehan bikeve hewldanê û bertek nîşan bide. DÎMEN HEYE   *Deklerasyona “Ji niha ve ber bi dahatuyê ve banga azadiyê” yekemîn li Stenbolê, duyemîn li Amedê hat eşkere kirin. Di derbarê armanca deklerasyonê de Sultan Yaray wiha got: “Deklerasyon ji bo aşitiyek mayînde û rakirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek girîng e” DİMEN HEYE