Dermankirina Fatemeh Sepehri nîvco hiştin 2023-10-29 19:57:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Fatemeh Sepehrî ku qeyrana dil derbas kir bêyî ku dermankirina wê temam bibe birin girtîgehê.   Li Îran û Rojhilat di 16’ê îlona 2022’an de serhildana ‘jin jiyan azadî’ destpê kir û di rojên ewil yên serhildanê de Fatemeh Sepehrî hat girtin û di 25’ê cotmehê de ji girtîgeha Vakîl Abad ji bo emelyata dil rakirin nexweşxanê. Parêzerê Fatemeh Hosro Alîkordî, li ser çapemeniya civakî daxuyanî da û got tevî dermankirina Fatemeh temam nebûye û êşa wê hebûye, birine girtîgehê.