Serokomarê Fransayê xwest mafê kurtajê bikeve bin ewlehiyê 2023-10-29 19:23:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Fransayê Emmanuel Marcon li ser çapemeniya civakî daxuyakirin ku dixwaze mafê kurtajê bikeve bin ewlehiya destura bingehîn.   Serokomarê Fransayê Emmanuel Marcon li ser hesabê înstagram û X ên çapemeniya civakî  der barê kurtajê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê kurtaj di ‘destura bingehîn ya wan de bikeve bin ewlehiyê’ û wê pêşnûmeqanûnekê vê hefteyê bişînin Daniştayê. Emmanuel bi lêv kir ku heta dawiya salê wê pêşkêşî lijneya wezîran bê kirin û bi vî awayî wê di 2024’an de azadiya serlêdajana kurtajê ya jinan pêk bê.