TJA'yê li Amedê komxebat li dar xist 2023-10-29 15:10:28     AMED - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve”  li Amedê komxebatek li dar xist.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanyayek da destpêkirin, kampanya dê heta 8'ê Adarê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de li Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê, bi mijara "tecrît, zayenperestî û mêranî" komxebat hat lidarxistin. Komxebat bi tevlîbûna gelek jinan bi du danişînan pêk hat.   Di danîşina yekemîn de  dîroka pêkhatina mêraniyê, di vê pêvajoyê de tekiliya jin û mêr û li dijî vê têkoşîna jinan hat nîqaşkirin. Beşdarvanan diyar kirin ku divê guhertin ji nav malbatê bê destpêkirin. Di danîşina duyemîn de jî polîtîkayên şerê taybet û tecrîd hat nîqaşkirin.    Beşdarvanan anîn ziman ku bi polîtîkayên şerê taybet taciz,tundiya li jinê û asimilasyon tê pêşxistin.