Cenazeyê Armîta ya hat qetilkirin hat definkirin 2023-10-29 14:43:18     WAN - Cenazeyê Armîta Girawend a ku 28 rojan di komayê de ma û li Îranê di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da, li Tehranê hat definkirin.   Armîta Girawend ku di 1’ê Cotmehê de li metroya Tehranê ya Îranê dema diçû dibistanê ji ber ku li gorî daxwaza rejîmê serê xwe girênedabû polîsan lêdabû û ketibû komayê. Definkirin cenazeyê Armîta li Kirmaşanê ji aliyê rayedarên Îranê ve hat astengkirin. Her çendî rê li ber veşartina cenazeyê wê li Kirmaşanê hatibû girtin jî, Armîta bi komî li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê hat veşartin.    8 kes hatin girtin   Hate hînbûn ku 8 kesên tevli merasîma cenaze  bûn piştî ku cenazeyê Armîta di bin dorpêçê de hat definkirin hatin girtin.