Îranê rê nade cenazeyê Armîta li Kirmaşanê were veşartin 2023-10-29 12:37:17   nê rê nade cenazeyê Armîta li Kirmaşanê were veşartin   NAVENDA NÛÇEYAN - Duh jina ciwan a bi navê Armîta Girawend ku ji ber lêxistina ‘polîsên exlaq’ yên rejîma Îranê ketibû komayê piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Malbatê xwest cenazeyê keça xwe bibe bajarê Kirmaşan yê rojhilatê Kurdistanê, lê rejîma Îranê destur neda.   Roja 1’ê Cotmehê Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) a xelkê bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku li gorî rejîmê serê xwe girêde. Li ser vê yekê hêzên rejîmê êrişî Girawend kirin û di encamê de kete komayê.   Duh di saetên sibehê de jina ciwan Armîta piştî 28 rojan, li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.   Li gor medya Îranê, dema malbatê xwestiye cenazeyê keça xwe bigre û bibe li Kirmaşanê veşêre, hêzên rejîmê rê nedane.   Her wiha hat gotin ku berpirsên Îtlaeta Îranê gef li malbatê xwarine ku nabe bi ti rengî li Kirmaşanê taziye û merasîm ji bo Armîta were lidarxistin. Hêzên rejîmê ji malbatê xwestine taziye li Tehranê bê danîn û cenaze li goristana Beheştî Zera were veşartin.