Ji TJA'yê atolyeya tecrît, şerê taybet û zayendperestiyê 2023-10-29 12:22:13     ÎZMÎR - Di roja duyemîn a atoleya hişyariyê ya ku ji aliyê TJA'yê ve li Îzmîrê tê lidarxistin de, mijarên "Tecrîd û polîtîkayên şerê taybet" û "Zaniyetperestiyê" tên nîqaşkirin.   Atolyeya hişyarkirinê ya di çarçoveya kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Îzmîrê de bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de bi awayekî komî berdewam kir. Atolyeya ku hemwext li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Îzmîrê û avahiya HEDEP'ê ya Navçeya Menemenê hat lidarxistin, wê tevahiya rojê berdewam bike.   Di atolyeyê de mijarên “Tecrîd û polîtîkayên şerê taybet” û “Zanperestî û mêranî” tên nîqaşkirin. Atolyeyên TJA'yê wê heta orta Mijdarê dewam bikin.