Marîa Bozan a Mexmurî: Her êrîşa ku tê kirin hêrsa me zêdetir dike 2023-10-29 09:06:45     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Mamosteya ji Mexmurê Marîa Bozan, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Mexmurê nirxand û got: “Di bombeyên tên avêtin de madeyên bandora neyînî li mirovan dikin hene. Dema di bombebaranê de mirov nikarin  hilmê bigirin. Mirov vedirişin. Kuxik li mirovan peyda dibe. Parçeyên bombeyan belavê kîlometreyan dibin. Dixwazin bandorek mayînde bihêlin mirovan jehrî bikin. Lê her êrîşa tê kirin hêrsa me zêdetir dike.”   Tirkiye piştî êrîşa di 4’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkeirin şûnde li hember Mexmurê ya Herêma Federal a Kurdistanê jî dest bi êrîşan kir. Di 7’ê cotmehê de di êrîşan de jinek û du zarok birîndar bûn. Di êrîşa 13’ê cotmehê de jî jinek birîndar bû. Mamoste Marîa Bozan ya li Mexmurê dijî geşedanên li herêmê vegot. Marîa da zanîn ku Mexmur jî parçeyek Kurdistanê ye û ev 30 sale li Mexmurê berxwedanek mezin tê dayîn, gelê Mexmurê civakek bi rêxistine. Marîa balkişand ser zor û zehmetiyên penaberiyê û wiha vegot: “Gelê Mexmurê hewcedariyên jiyanî bi xwe peyda dike.Çandek rêxistinî ya gelê Mexmurê heye. Di her alî de dikarin xwe rêxistinbikin û hewcedariyên xwe peyda dikin. Ev 30 sale li ser gelê Mexmurê polîtîkayên parçebûnê tên meşandin. Lê nikarin bi serkevin. Ji ber vê jî her tim êrîş dikin.”   ‘Li dijî baweriyê rêzdariya wan tune ye’   Marîa balkişand ser êrîşa 7’ê cotmehê û wiha daxuyand: “Li hember Mexmurê êrîşên hovane pêk tên. Her çiqas gel li dijî van êrîşan ne biyanî be jî bandorek mezin li ser civakê dike. Mexmur qadek civakî ye. Jin, zarok, ciwan  û kal û pir ligel hev dijîn. Qadên jiyanê hedef digirin. Navendên baweriyê hedef digirin. Li hemberî baweriyan jî rêzê nagirin. Îslamê wek alav bi kar tînin. Desthilatdarî ola îslamê bi kar tîne û têkoşîna Kurd hedef digire. Armanca wan jî ev e. Êrîşên tên kirin sûc in. Ev sûcê mirovahiyê ye.”   ‘Di bombeyan de banodra neyînî li ser mirovan dihêlin hene’   Marîa ev tişt anî ziman: “Bandora êrîşan berfirehe. Mirov ne tenê fîzîkî di alî psikolojik de bi bandor dibin. Li hemberî êrîşan li Mexmurê ji 7’an heta 70’ê her kes daketin kolanan. Kes li malên xwe neman. Ev hovîtiya êrîşan nîşan dide. Di bombeyên tên bikaranîn de di gazên tên avêtin de madeyên ku bandora neyînî li ser bedena mirovan dikin heye. Dema bombebaranê de mirov nikarin  hilmê bigirin. Mirov vedirişin. Kuxik li mirovan peyda dibin. Parçeyên bombeyan belavê kîlometreyan dibin. Armanca wan ne kuştin e. Dixwazin bandorek mayînde bihêlin mirovan jehrî bikin.”   ‘Bi şermezarkirinê êrîş nasekinin’   Marîa di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi şermezarkirinê êrîş bi dawî nabin û  got: “Îro li Rojava sivîl tên qetikirin. Lê her kes bêdenge. Tenê şermezar dikin. Lê bi şermezakirinê êrîş nasekinin.  Divê xwedî li Rojava bê derketin. Divê ji bo Kurdanê piştgirî bê dayîn.”