ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-29 09:00:00     *Jinên li Helebê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dan zanîn berxwedana Kobanê carek din dîroka têkoşîna jinê nû kir û wiha gotin:"Têkbirina DAIŞ'ê ya di bajarê Kobanê de, têkbirin û valaderxistina planên dewleta tirk e. Her wiha bi berxwedana jinê, serkeftinên mezin hatin bidestxistin û em ê bi hêza jinê, tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. " DÎMEN HEYE   *Bi hatina payîzê re gundê Gamêşvan a Patnosê bi rengê curbicur xemilî. Her wiha ji gelek deveran welatî berê xwe didin ava ku wek derman tê zanîn. BI DÎMEN    *Piştî erdhejê di encama hewldana Piştevaniya Jinan a Kirkyama bi dirûşma ‘em ê bi hilberînê hebin’ atolye hat avakirin û jinên li wir nexweş û fêrî dirûnê bûn, dest bi hilberînê û girtina sîparîşan kir. Jin li vir bi piştevanî, bi kewandina birînên xwe û hilberînê dibin mînak. BI DÎMEN    *Hevseroka giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku gel ew hişyarkirine ku şaşiyên taktîkê nekin û van hişyariyan pêvajoya pêş de wê li ber çavan bigirin û got: “Me peyama gelê xwe girt. Peywira me ya esas ev e ku damarên xitimandî yên riya sêyemîn bên vekirinê.” BI DÎMEN    *Mamosteya ji Mexmurê Marîa Bozan, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Mexmurê nirxand û got: “Di bombeyên tên avêtin de madeyên bandora neyînî li mirovan dikin hene. Dema di bombebaranê de mirov nikarin  hilmê bigirin. Mirov vedirişin. Kuxik li mirovan peyda dibe. Parçeyên bombeyan belavê kîlometreyan dibin. Dixwazin bandorek mayînde bihêlin mirovan jehrî bikin. Lê her êrîşa tê kirin hêrsa me zêdetir dike.” DÎMEN HEYE   *Ji îmzevanên  Deklerasyona "Banga ji bo Aştiyê" û nivîskar Fatma Gok, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser Aştiyê ye û diyar kir ku aştî bi gelên li Kurdistan û Tikriyeyê pêkan e.  DÎMEN HEYE