Mirovên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-10-28 19:04:24   STENBOL- Kesên di çalakiya hefteya 970’an a Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya 970’ê pêk bînin û polîsan di dema çalakiyê de 27 kes binçavkirin. Mirovên şemiyê yên li sê nexweşxaneyên cuda kontrola wan ya tenduristiyê hat kirin, hatin berdan.   Dayikên şemiyê li çapmeniya civakî parvekirinek kirin û diyar kirin ku ew dest ji hêvî û lêgerîna xwe bernadin. Kesên hatin binçavkirin wiha bûn:    Leman Yurtsever, Umit Efe, Nazim Dikbaş, Ayşegul Devecioglu, Murat Çelîk, Îsmail Yucel, Davut Arslan, Dogan Ozkan, Seyit Dogan, Salim Derelioglu, Huseyin Aygul, Taylan Bekin, Sevim Sancaktar, Begali Kurnaz, Selîm Kara, Mîkail Kara, Salîh Zeki Tombak ,Bedahet Tosun Huseyin Dogan ,Arda Îlaldi.