Li Îzmîrê kargehên TJA’yê destpê dike 2023-10-28 11:43:28       ÎZMÎR - Di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” ya TJA'yê li Îzmîrê kargeh tên organîzekirin.    Tevgera Jinên Azad’ın (TJA) bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanyayek da destpêkirin, kampanya dê heta 8'ê Adarê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Îzmîrê kargehek organîze kir. Her wiha li Herêma Egeyê atolyeya yekemîn e.    Di kargeha îro de mijarên wekî "Polîtîkayên şer ê taybet û tecrîd" û "Zanîna zayend û zayetperestiyê" bên nîqaşkirin.    Sibê jî dê li avahiya HEDEP'ê ya Îzmîr û navçeya Menemenê jî kargeh bên organîzekirin. Her wiha kargeha ku dê sibê bê organîzekirin jî dê mêr jî beşdar bibin. Di kargeha sibê de jî sernavên "Polîtîkayên şer ê taybet û tecrîd" û "Mêranî" bên nîqaşkirin.    Atolyeyên ku dê bên lidarxistin dê heta nîveka mijdarê bidome.