Li Efrînê jinek hat revandin û darên zeytûnê hatin birîn 2023-10-28 10:55:33       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê jinek hate revandin û 25 darên zeytûnê hatin birîn.   Komên girêdayî dewleta tirk jinek ji navçeya Mabeta revand û li Efrîna dagirkirî 25 darên zeytûnê birîn. Li gorî çavkaniyên ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî, çeteyên 'Polîsên Sivîl' jina bi navê Zozan Qeblan a ji xelkê gundê Şêxûtka yê heman navçeyê, revand.   Çavkaniyekî din jî diyar kir ku malbatên çeteyên 'Sultan Murad'  25 darên zeytûnê li gundê Tirindê yê li derdora navenda Efrînê ya dagirkirî birîn. Darên hatine birîn ên Mihemed Ebdû Elî û Nûrî Ebdo Elî ne.   Heman çavkaniyê anî ziman ku çeteyan darên hatine birîn birîn navendên xwe ku piştre li sûkan bifiroşin.