ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-28 09:00:00     *Jinên li Helebê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan zanîn divê her kes li dijî êrişan bibin yek û destkeftiyên hemû gelan bi vî rengî bên parastin û wiha gotin:" Tê xwestin projeya Xweseriya Demokratîk ji holê rabikin. Dixwazin di nava welatiyên li vir dijîn parçebûnekê ava bikin. Loma têkoşîna hevpar gelekî girîng e." DÎMEN HEYE   *Gumanbar Denîz Ozarslan, Ezgî Zerkîn qetil kiribû û di ser bûyerê re 15 meh debas bû. Dayika Ezgiyê, Ziynet Zerkîn da zanîn ku pêşiya qetilkirina jinan nayê girtin, gumanbar nayên girtin û got desthilatdarî dijminê jin, zarok û xwezayê ye.   * Li Geverê di 6’ê cotmehê de Bariş Ozçuk yê 16 salî bi îşkenceyê hat binçavkirin 4 rojan di bin çavan de ma û piştre hat girtin. Dayika wî Saliya Ozcuk diyar kir ku kurê wê biçûke bila kurê wê berdin. DÎMEN HEYE   *Endama Kolektîfa Rîtmên Azad Sevda Adirbellî diyar kir ku destilatdariya AKP-MHP’ê  tunekirina nasnameya Kurdan hedef dike û got: “Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê wek bersiv divê em çand û zimanê xwe bidin jiyîn.” DÎMEN HEYE