Çalakiya xwendekaran di roja duyemîn de ye 2023-10-27 19:57:37   AYDIN - Xendekar Zeren Ertaş ya li Aydinê li  Yurda Guzelhîsar a Keçan a  KYK’ê dima û di encama ketina asansöre de jiyana xwe ji dest da. Xwendekarên ji bo Zerenê hatin gel hev diyar kirin ku berpirs sûc dikin ser xwendekaran û diyar kirin ku wê çalakiya xwe bidomînin.   Xendekar Zeren Ertaş ya li Aydinê li  Yurda Guzelhîsar a Keçan a  KYK’ê dima û di encama ketina asansöre de jiyana xwe ji dest da.Piştevaniya Zanîngeha Aydinê ji bo Zeren Ertaş hatin gel hev û çalakiya runiştinê dan destpêkirin û ket roja duyemîn.   Lİ ser navê xwendekaran Oznur Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku wê ji bo Zeren û 15 xwendekarên din lêgerîna maf bidomînin û da zanîn ku heta hemû berpirs ceza negirin û lêborî neyê xwestin wê nesekinin. Oznurê wiha got: “Bêguman lêborînek hêsan têr nake. Em ji bo piştgiriya hemû hevalan spasiyan dikin. Tiştên hatine jiyîn nayên jibîrkirin. Daxwaza me ev eku berpris bi awayekî giran bên darizandin. Em ê hefteyekê saet di 220.00’an de li yurdên KYK’ê çalakiya girtina lambeyan pêk bînin.”   Piştî daxuyaniyê xwendekar çûn ber Peykerê Atatuk ya qada bajar. Xwendekaran li vir dest bi çalakiya runiştinê kir.