'Li Zîvala Xezayê pêwîstî bi alîkarî tîma lezgîn heye' 2023-10-27 13:30:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Saziya Penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini, hişyarî da ku ji ber dorpêça Îsraîlê li Zîvala Xezayê dê gelek mirov di demeke nêz de bimrin.   Serokê Saziya Penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarinî li Qudusê civîneke çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Dema ku em diaxivin, li Xezayê mirov dimrin, ne tenê bi bombe û êrîşan her wiha ji ber dorpêça li ser Xezayê wê gelek mirov di demeke nêz de bimrin."   Philipe Lazzarinî wiha got: "Xizmetên bingehîn têk diçin, derman namînin, xurek û av namînin."   57 xebatkarên UNWRA’yê jiyana xwe ji dest dan   Ji destpêkirina şer û vir ve 57 xebatkarên ajansa penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe ji dest dan.   Philipe Lazzarinî, diyar kir ku li Zîvala Xezayê pêwîstî bi alîkariya 'girîng û daîmî' ya lezgîn heye.