Êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin 2023-10-27 13:00:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bombaran kir. Zarokek û jinek birîndar bûn.   Li gorî agahiyên hatine girtin, dewleta tirk carek din êrîşî qadên jiyanê yên sivîlan kir.   Dewleta tirk Dêrik bombebaran kir, jinek û zarokek birîndar bûn.   Gelek kes hatin qetilkirin   Dewleta tirk bi taybetî di 4-10’ê Cotmehê de êrîşên dijwar li ser seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbûn.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî sûcên şer ên dewleta tirk rapor radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû. Di raporê de hatibû ragihandin ku 304 êrîş ji hewayî û bejahî li ser 224 qadan pêk hat, ji van êrîşan 221 bi top û çekên giran, 83 jî bi dron û balafirên şer hatibûn kirin. Di êrîşan de 47 kes şehîd bûn ku 5 ji wan ji Kobanê bûn, 55 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên li ser binesaziyên sivîlan de 56 milyor dolar, xisar çêbû. Bi milyonan kes ji pêdiviyên jiyanî yên mîna elektîrk û avê bêpar man.   Bandor li milyonan kesî kir   Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) 26’ê Cotmehê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, zirar gihiştiye binesaziyên jiyanî.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herî kêm 18 îstasyonên pompekirin avê û 11 santralên elektrîkê zirar dîtin.