Di du hefteyan de êrîşî 44 cihî kirin 2023-10-27 09:06:36     Rozerin Gultekin   STENBOL - Piştî Tirkiyeyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt şûnde ji 5’ê Cotmehê heta niha bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran îstasyonên ceyran, av, petrol û gazê jî di nav de 44 îstasyon û nexweşxane hatin bombebarankirin û bi dehan kes di êrîşan de hatin qetilkirin. Bertekênli dijî êrîşan li her derê didomin.   Di 1’ê Cotmehê de piştî çalakiya li hember wezareta karê hundir pêk hat şûnde wezîrê karê derve Hakan Fîdan îdia kir ku çalakger ji Sûriyeyê hatine û piştî vê daxuyaniyê di 5’ê Cotmehê de Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin û her diçin êrîş giran dibin.   Me ji 5’ê Cotmehê şûnde êrîş û bangên der barê êrîşan de berhev kirin.   Êrîşên bi çekên giran û balafirên şer pêkk hatin:   Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 5’ê Cotmehê de mezra Mişêrfa Himê ya ser riya Hesekê-Tiltemirê bombebaran kir. Sê welatî birîndar bûn. Piştî vê gundê Tîl Hebeş ê Amûdê û gundê Qesfîf ê Kobanê û gundê Tekbe yê Tîl Temirê hat bombebarankirin. Di encama êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin û xesarên mezin çêbûn. Bi çekên giran li hember gundê Zîwana yê Şehbayê û derdora navçeya Til Rifatê hat bombebarankirin. Li hember 8 gundên navçeya Şera û Şêrawa û Kantona Qamişloyê êrîşên bombeyî pêk hatin.   5 jin birîndar bûn   Di 7’ê Cotmehê de êrîşî gundê Şirikê yê navçeya Xanaserê ya Dêrikê kirin. Di 9’ê Cotmehê de li hember Zîrgan ê Kantona Hesekê êrîş pêk hatin û 5 jin birîndar bûn. Li Eyn Îsa û herêma Firatê jî gelek êrîş pêk hatin. Gundên Xalidiyê, Cideydê û Seyda yê Eyn Îsa û gundên Huriye, Ebd Koy û Salokê ya Kantona Girê Sipî hedef hatin giritn. Heman şevê gundê Xerbîsan, Cîşan ên Kobanê û gundê sînor ên Sêlîm, Xurxurî û Ziyarê hedef girtin.   Fabrîqe û nexweşxane bomebaran kirin     Di 17’ê Cotmehê de gundê Tewîle û Ebu El Xêr ên Til Temirê hedef hatin girtin. Di 19’ê Cotmehê de êrîşî 13 gundên Eyn Îsa û Girê Spî kirin. Gundê Kaniya Kurdan a Kobanê, fabrîqeya betonê ya Kobanê û nexweşxaneya Covîd a Kobanê hatin bombebarankirin.   Bi SÎHA’yan êrîş kirin   Di 5’ê Cotmehê de bi SÎHA’yan 17  êrîş pêk anîn. Bi SÎHA’yan êrîşê Santrola Ceyranê ya Bendava Xerbî ya Hesekê kirin. Di encama êrîşê de ceyrana taxên Qamişlo û Amûdê hat birîn. Ji ber êrîşan îstasyonên Iwêcê û Ceqceq, kewarên genim, aş, nexweşxana Çav û Dil a Cizîrê û  bi dehan nanpêj û mal bê ceyran man. SÎHA’yan santralên ceyranên bakurê Qamişloyê bombebaran kirin. Her wiha gelek gund bi SÎHA’yan hatin bombebarankirin. Kewarên genim ên Amûdê hedef hatin girtin.   Qadên jiyanê hedef hatin girtin   Piştî vê gundikê Mişêrfe Himê ya Hesekê, Îstasyona Himê, kampa Waşokanî hedef hat girtin. Gundê Tiwêlê yê Tîl Temirê, gundê Til Hebeşê yê Amûdê û dora navçeya Çilaxa ya Qamişloyê 11 caran hatin bombebarankirin.   Ceyrana saziyên xizmetê hatin girtin   Îstasyona Ewde Gaz a Tirbespiyê bi dronan hat bombebarankirin. Gundê Dîrdara yê Til Temirê hat bombebarankirin. Gundê Seyda yê Eyn Îsayê hat bombebarakirin. Ceyranên saziyên xizmetê yên Amûdê û taxan hat birîn.   Bilançoya du rojan!     Di 24 saetan de 40 herêm hedef hatin girtin. Îstasyonên av, ceyran û gazê hedef hatin girtin. Îstasyona Siwêdikê bi balafirên şer hat bombebarankirin. QSD’ê di 7’ê Cotmehê de bilançoya du rojan aşkera kir û got 7 êrîşên balafirên şer, 14 êrîşên SÎHA, 74 êrîşên çekên giran, êrîşek çeka doçka, suîkastek pêk hatiye. Di 8’ê Cotmehê de santrala Siwêdiyê hedef hat girtin û ji sedî 80 ji derveyê xizmetê ma.    Di 5 rojan de 47 kes hatin qetilkirin   Li gorî bilançoya ku ajansa nûçeyan a ANHA'yê kom kiriye di 5 rojan de du zarok bi giştî 47 kes hatine qetiklirin û ji 59 kesî zêdetir jî birîndar hebûne.   Di 5 rojan de 104 cih hedef hatin girtin     Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bilançoya di navbera 5-9’ê Cotmehê de aşkera kir û diyar kir ku di 5 rojan de 104 cih hedef hatine girtin û ji 5 mîlyonî zêdetir mirov bi bandor bûye.   Li Cizîr û Kobanê 44 kes hatin qetilkirin   Di encama êrîşan de sazî hedef hatin girtin û 48 saziyên perwerdeyê zirar dîtin. Di encama êrîşan de 44 kes hatin qetilkirin û 55 kes birîndar bûn.   Bertek nîşanê Israîlê da lê…   Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku li hember Rojava êrîşan pêk tîne, êrîşên Israîlê yên li dijî Fîlîstînê qebûl nekir û gotibû ev komkujî ye. Li ser van gotinên Tayyîp Erdogan ji her derê bertek hat nîşandan.   Erdogan ku êrîşa Israîlê ya li hember nexweşxaneya Fîlîstînê wek ‘ji nirxên mirovahiyê bêpar’ nirxand, di encama polîtîkayên wî de nexweşxaneya Covîd hat bombebarakirin. Ceyranên îstasyon û nexweşxaneyan hat birîn. Li dijî êrîşan bêguman ji her derê bertek hatin nîşandan.     Kurd û dostên Kurdan bertek nîşan dan   Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyekê berteka xwe ya li dijî êrîşan anî ziman û bang kir ku divê ev şer were rawestandin.   Li welatên Ewropayê çalakî   Li bajarên Zurîh, Luzern û Bellînzona ya Swîsreyê çalaki pêk hatin û peyamên ku gelê Kurd nikare bê tunekirin hat dayîn. Li Basel, Lozan, Cenevre, Bern, Frîourg, Wînterthur û Zug êrîş hatin şermezarkirin. Li bajarê Gîessen û Saarbrucken, li Almanya, Swêd, Yewnanîstan û Kibris êrîş hatin şermezarkirin.   Li Kurdistanê jî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin û peyama wê gelê Kurd serî netewînin da. Her wiha li Amed, Dersim, Riha, Wan, Mêrdîn, Mersin, Êlih, Edena û  Şirnexê çalaki pêk hatin.   Her wiha Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) jî daxuyaniyek da û  bang hat kirin piştgiriyê hat kirin. Her wiha gelek saziyên din ên Bakur û Rojhilatê daxuyanî dan û bang li hemû qada navneteweyî kirin ku pêşî li van êrîşa bigirin.   Gelên cîhanê seferber bûn   Bi pêşengiya Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê ‘Banga lezgîn a çalakiyê: li dijî şerê mirovahiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin’ kampanya da destpêkirin. Ji Ispanya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hîndîstan, Çîn, DYA, Almanya, Îngîlîstan û Iraqê sazî û platforman, rêxistinên mafê mirovan îmze avêtin kampanyayê.   Sekreterê Giştî yê Rêxistina Perwerdehiyê ya Navneteweyî (EL) Davîd Edwards jî daxuyanî da û fikarên xwe anî ziman û banga tevgerê li hemû saziyên têkildar kir.