‘Kampanya li dijî êrîşa li ser jinê û xwezayê bersiv e’ 2023-10-27 09:04:29     ÊLIH - Endama Meclîsa Şaredariya Heskîfê Zozan Şîmşek da zanîn ku li dijî êrîşên desthilatdariyê ji bo keda jinê bidin xuyakirin û bêjin êdî bes e kampanya dane destpêkirin û got ku  bi vê kampanyayê bersivê didin van êrîşan.   Bi destê desthilatdariyê li Kurdistanê bi taybet li ser jin û zarokan zext pêk tên. Desthilatdariya ku azadiya jinan wek tehdîd dibîne, li dijî têkoşîna tê dayîn polîtîkayên şerê taybet dike dewrê. Di vê çarçoveyê de  Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîd, şer, tundî û krîzê bi dirûşma "Bi jin jiyana Azadî berbi azadiyê ve" kampanya dane destpêkirin. Kampanya di 15’ê îlonê de li Rihayê hat deklerekirin û piştre jî di 20’ê Îlonê de li Sîlopiya Şirnexê start  hat dayîn.    Endama Meclîsa Şaredariya Heskîfê ya Êlihê Zozan Şîmşek der barê kampanya TJA’yê de axivî.   ‘Armanc ev e ku keda jinê bê nîşandan’   Zozanê daxuyakirin ku di çarçoveya kampanyayê de li Êlihê di 6’ê cotmehê de start dane û di 21-22’ê cotmehê de mîhrîcana çanda jinê pêk anîne. Zozanê wiha vegot: “Di demên dawî de polîtîkayên şerê taybet yên desthilatdariyê, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê, qirkirinên siyasî, aborî, fuhuş û  hişbir zêde bûye. Bi armanca pêşî li van bên girtin, bi armanca keda jinê bê xuyakirin me ev kampanya da destpêkirin.”   ‘Divê jin ji her demê zêdetir di piştevaniyê de bin’   Zozanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li her derê cîhanê pergala serdest ya mêr bi hincetên cuda jinan qetil dikin û wiha anî ziman: “Em mînak bidin. Ji ber porê Jîna Mahsa Emînî ji derve bû hat qetilkirin. Feraseta serdest a mêr li ser  bedena jinê xwe mafdar dibîne. Ji xwarina jinan bigirin heta cil û bergên wan dewleta mêr biryarê dide. Li Afganîstanê Talîban hemû mafê jinan ji dest digire. li Samaliyê rêxistina Boko Haram nahêlin jin destê xwe bidin pirtûkan.  Zarokên keç ji dibistanan direvînin û qetil dikin. Em jin divê li dijî van êrîşan bisekinin. Li welatê me Peymana Stenbolê hat rakirin. Niha hewl didin Desturek Bingehîn  a nû derxin. Ev feraseta tarî li Êlihê pir zêde bicih bûye. Li dijî vê me mîhrîcana xwe pêk anî.”   ‘Nasnameya jina azad di hedefa desthilatdariyê de ye’   Zozanê anî zimain ku jina azad civaka azad e û wiha anî ziman: “Desthilatdarî ji azadiya jinê ditirse. He rtim dixwaze jin di bin kontrola wan de  bin.  Li welat ligel jinan xweza jî di bin xetereyek mezin de ye. Ji bo êrîşên li hember xweza û dîrokê ez dikarim Heskîfê mînak nîşan bidim. Desthilatdariyê Heskîf kir bin avê. Heskîf bajarekî pir cuda bû. Li kolanên wê her kes bi rehetî digeriyan. Lê niha li kolanên Heskîfê kesên herêmê nayên dîtin.”   ‘Fuhuş zêde bûye’   Zozanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demên dawî de ligel qetilkirina jinan bûyerên fuhuşê jî zêde bûne. Dewlet ji bo vê tiştekî nake. Rê li ber vedike. Hema hema li her kolana bajar fuhuş heye. Tiryak tê bikaranîn. Temenê bikaranînê heta zarokatiyê ketiye. Mîhrîcana me pêk anîn li dijî vê bû. Em jin sernaserê kampanyayê wê  her tim li qadan bin. Divê hemû jin xwedî li kampanyayê derkevin. Em ê bi vê kampanyayê bersivek mezin bidin desthilatdariyê.”