Li Zanîngeha Diclê xwendekarek hat tacizkirin! 2023-10-26 00:00:02   AMED - Li gorî agahiyên hatin girtin xwendevana zanîngeha Dîcleyê ku navê wê nehat zanîn û li Yurda KYK’ê ya Îyaz Bîn Ganem a Jinan dimîne, dema diçû yurdê ji aliyê kesekî ve hatiye tacîzkirin.   Hat hînbûn ku li Amedê xwendevanek jin ku navê wê nehat zanîn ji ber ku otobus heta yurda lê dimîne ya Îyaz Bîn Ganem naçe, neçar maye bimeşe û nêzî yurdê ji aliyê kesekî ve hat tacîzkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin gumanbar bi milê wê girtiye û gotiye bi min re bê.  Piştî bûyerê peywirdarên yurdê der barê mijarê de bêdeng man. Li dijî vê xwendekar rabûn ser piyan.    Xwendevan li dijî bûyerê bi dirûşmeyên ‘bêdeng nemin, wê dor bê te’ û ‘KYK kujer’ meşiyan û bûyer protesto kirin.