Li Kobanê meş hat lidarxistin! 2023-10-26 14:20:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Sirînê di çarçoveya Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' meşeke girseyî hate lidarxistin.   Li navçeya Sirînê ya Kobanê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gel meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan pêk hat. Piştî meşê li pêşiya Şaredariya Navçeya Sirînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo qirkirina gelên azadîxwaz e û wiha hat gotin, "Em weke gelê navçeya Sirînê heta dawiyê, heta azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin."   Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.