26'ê Cotmeha 2016'an: Parlamenterên HDP'ê li dijî polîsan bûn mertal 2023-10-26 09:01:19     Di 26’ê Cotmeha 2016’an de li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ber şaredariyê çalakiyek hate lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê li hemberî polîsên ku di dema çalakiyê de êrîşî gel kirin bûn mertal.   Di 26'ê cotmeha 2016'an de hevşaderên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şêniyên Amedê û parlamenterên HDP'ê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Li dijî êrîşên polîsan parlamenterên HDP'ê ji gel re bûn mertal. Wêneyên parlamenter Besîme Konca û Feleknas Uca di bîra hemû kesan de ma.    Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   2015: Meclîsa Jinan a Bajêr li navçeya Serava Wanê li dijî şer û zîhniyeta serdest banga têkoşînê kirin.    2015: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê ji bo bangewaziya KCK'ê ya ku îlankirina rawestandina çalakiyan, bang li dewletê kir û xwestin şer û pevçûn bên bidawîkirin.    2018: Weqfa Medyayê ya Jinê ya Navneteweyî (IWMF) Xelata Wêrektiyê ya Rojnamegeriyê ya 2018'an da wênesaz Zehra Dogan.    2019: Li 21 bajarê herêmê 353 rêxistinên civaka sîvîl li Amedê hatin gel hevdu û deklarasyona "Li dijî şer aştî" eşkere kir.    2020: Li Gundê Solaxê yê Şengalê gora komî ya tê texmînkirin zarok û jin tê de ne hat dîtin.