Parlamentera HEDEP’ê Sevîlay Çelenk çû serdana MKG’ê 2023-10-25 19:56:50   AMED - Parlametnera HEDEP’ê ya Amedê Sevîlay Çelenk  çû serdana Komeleya Rojnmegerên jin û der barê mijarên rojevê de nirxandin kir.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sevîlay Çeleng, çû serdana Komeleya Jinan a Mezopotamyayê (MKG). Sevîlay ji aliyê seroka MKG’ê Roza Metîna û endama damezerîner ya MKG’ê Safiye Alagaş ve hat pêşwazîkirin.   Roza Metîna ku bi Sevîlayê re sohbet kir diyar kir ku li dijî êrîşên li hember rojnamegerên jin ên Kurd û êrîşên li hember çapemeniya azad, ji bo bibin dengê rojnamegerên jin ên Kurd, ji bo zîhniyeta serdest ya mêr bişkînin komeleya xwe vekirine. Rozayê her wiha daxuyand ku MKG’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê  gavên yekem pêk anîne.    Piştre Sevîlay Çelenk axivî û balkişand ser zextên li ser çapemeniya azad, polîtîka asîmîlasyonê û girîngiya zimanê dayikên. Sevîlayê her wiha anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser gelê Kurd tecrîdek giran dimeşîne û der barê mijarên rojevê de jî nirxandin kir.