Tirkiyeyê êrîşê Eyn Îsa kir: Kesek birîndar bû 2023-10-25 18:35:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember navenda Eyn Îsa, gündeki wê û kewarên genim yên li bakur de welatiyek birîndar bû.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiyeyê li hember taxên rojavayê Eyn Îsa, gundê Mişêrfê û kewarên genim yên bakurê navçeyê êrîş pêk anîne. Di êrîşan de kesê bi navê Beşar Ehmed birîndar bû.   Hat diyarkirin ku êrîşên li hember herêmê didomin.