Derbarê Adalet Kaya de mutala hat xwestin 2023-10-25 14:41:40     AMED - Di rûniştina parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Adalet Kaya jê dihat darizandin de dadgehê têkildarî sekinandin an nesekinandina darizandinê ji dozgeriyê mutala xwest.   Di serdema parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrastiyê ya Gelan (HEDEP) ya Amedê Adalet Kaya seroka Komeleya Jinan a Rosayê bû, bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Adaletê hatibû vekirin. 8'emîn rûniştina dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Adaletê tevlî rûniştinê nebû. Parêzerên Adaletê Gozde Engin û Gazal Bayram Koluman li rûniştinê amade bûn.    Ji bo nirxandina sekinandina darizandina Adaletê biryar hat dayin ku ji bo mutala bê amadekirin, divê dosya tevdidê ji meqama îddiayê re bê şandin.    Rûniştina taloqî 4'ê Adara 2024'an hat kirin.