Serdana malbata Gulnaz Karataş hat kirin 2023-10-25 14:26:02       ÎZMÎR -TJA û ANYAKAYDER'ê li Îzmîrê serdana malbata Gulnaz Karataş kir.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) li Îzmîrê, serdana malbata Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a li qada Xakûrkê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, hat kirin. Hevseroka ANYAKAYDER'ê Rahime Turan di serdanê de axivî. Rahimeyê diyar kir ku Gulnaz Karataş ji bo jinên kurd sembola serhildanê. Dayika Gulnazê Yemoş Karataş jî wiha got:"Ne min dengê wê bihîst ne min cenazeyê wê dît. Pir zor e. Lê em dev ji we jî bernade em we jî ji bîr nakin. Em û hûn wek hev in em ji we hez dikin."