Ji rojnameger Berîtan Canozer re ceza hat xwestin 2023-10-25 11:27:46     AMED - Di danişîna ewil a doza ku derbarê rojameger Berîtan Canozer de hat vekirin meqamê îdayê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" ceza xwest.    Danişîna ewil a doza derbarê rojnameger Berîtan Canozer de ku di Nîsanê de li ser îfadeya Umît Akbiyik  hat giritn û di meha Hezîranê de bi biryara navberê hat berdan, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Berîtan û parêzerê xwe Muharrem Erbey li daneşînê Amade bûn, Umît Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bûn.    Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatkarên Hiqûqê (MLSA) û hevpîşe û malbata Berîtanê jî daneşîn şopandin.   'Berîtan em bûn dengê jinê'   Di despêka danişînê de Berîtan parastina xwe kir, diyar kir ku ew Umît Akbiyik ê ku li ser wê îfade daye nas nake, tenê ew tenê dizane ku encamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ye û vê jî ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê dizane. Berîtan wiha got, "Ez berê jî ji berê jî hatime girtin û derbarê min de doz hatine vekirin. Ez rojnamegereke ku têm naskirin im.  Ez nûçeyên jin û zarokan çêdikin. Em bûn dengê zarok û jinên ku êrîşa zayendî li wan tê kirin û tên qetilkirin. Rojnamegerî ne sûc e û sûcêdariyên derbarê min de hatine kirin qebûl nakim."   'Hatibû HDP'ê'    Piştre jî li şahidê eşkere Akbiyik hate guhdarîkirin. Akbiyik ev îdia kir: “Di sala 2018’an de me konserek organîze kir. Dema ji bo hevpeyvînê hatibû HDP’ê me hev nas kir. Di xebatên Meclisa Ciwanan de û di bûyerên xendekê yên li Sûrê de, li cihê endamên rêxistinê bû. Ji bo hevpyevînan bi me re dişêwirî.”    Di danişîna ewil de mutala   Makamê îdayê derbarê Berîtanê de bi îdaya "Endamitya rêxistinê" ceza xwest.   Parêzer Muharrem Erbey jî ji bo parastinê dem xwest.   Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a demê qebûl kir û doz taloqî 8'ê Kanûnê kir.