‘Dewlet bi destê qeyûman dixwazin çanda xwe biafirînin’ 2023-10-25 09:05:37     AMED - Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman îradeya gelê Kurd tê xespkirin û qeyûmên hatine tayînkirin negihaştine armanca xwe.   Di navbera salên 2016-2019’an de bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan îradeya gel hat xestpkirin û li Kurdistanê gelek pirsgirêkan bi qeyûman re rû dan. Îradeya gel tune hat hesibandin û kesên hatibûn hilbijartin ji kar hatin girtin, sazî bê bandor hiştin. Hevşaredara Bismilê ya Amedê Gulşen Ozer a ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û Hevsreoka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Zeynep Okan der barê mijarê de nirxandin kirin.   ‘Dewlet ji bo desthialtdariya xwe biparêze qeyûm tayîn kir’   Gulşenê da zanîn ku dewlet îradeya gelê Kurd nas nake û ji bo desthilatdariya xwe biparêze, alîgirên xwe xwedî bike qeyûm tayîn kirine û bi tayînkirinan îradeya gelê Kurd xesp kirine. Gulşenê ev tişt anî ziman: “Bi tayînkirina qeyûman îradeya gelê Kurd hat xespkirin. Hedefa ewil a qeyûman destkeftiyên jinan bûn. Ji hêza jinan, xurtbûna jinan, pergala destkeftiyên jinan ditirsin. Qeyûm çawa hatin ewil destkeftiyên jinan hedef girtin. Ya ku civakê diguhere jin in.”   ‘Qetilkirina jinan jî polîtîk e’   Gulşenê sedema hedefgirtina jinan wiha bi lêv kir: “Jin afrîner in, jin zarokan tînin dinê mezin dikin bi civakê didin qezenckirin. Ji ber vê jî jinên xurt jinên têkoşînê didin ceza dikin, dişînin surgunê. Gelek jinên têkoşer di girtîgehan de ne. Desthilatdarî êrîşê jinên xurt dike. Kuştinên jinan jî polîtîk e. Ger ku cezayek bi bandor bidana gumanbaran wê ev qetilkirin nebûna. Desthilatdarî li Kurdistanê bi destê desthilatdariyê êrîşî hebûn û zimanê Kurdan dike. Em bi Kurdî diaxivin lê bi zimanê Kurdî perwerde tune ye. Li dibistanan wek dersa hilbijarte jî tune ye. Hedefa desthilatdariyê tunekirina çand û zimanê Kurd e.”   Gulşenê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an û got wê gel xwedî li îradeya xwe derkevin, çi dibe bila bibe wê destûrê nedin ku bi îradeya wan bê lîstin û mafê wan bê xespkirin.   ‘Gelê Kurd bi qeyûman ceza dikin’   Hevseroka HEDEP’ê ya Yenîşehîrê Zeynep Okan jî destnîşan kir ku qeyûm rêbazê cezakirina gel e û bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman re bi civakê re şikestinek çêbûye û wiha domand: “Zîhniyeta serdest xwe bi qeyûman re zêdetir nîşan daye. Li ser vê axê sazbûnek me ya ku hêza jinê û têkoşîna jinê dane holê hebû. Lê bi qeyûman re pergaleke ku ev maf ji jinê bên girtin hat pêşxistin.”