Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê diçe Gazzeyê 2023-10-24 19:01:01   ENQERE- Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ji bo binpêkirina mafan ên di êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê de pêk hatin lêkolîn bikin diçin Gazzeyê.   Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ji bo binpêkirina mafan ên di êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstanê lêkolîn bikin diçin Gazzeyê. Seroka komîsyonê Derya Yanik, li meclîsê bi parlamenterên endamên komîsyonê daxuyaniya çapemeniyê da û got Israîl 18 roje şerîda Gazzeyê hedef digire û êrîş dike.   Derya Yanik daxuyakirin ku di encama êrîşan de ji 2 hezar zêdetir bebek û zarok  5 hezar zêdetir sivîlî jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar jî birîndar bûne. Wezîr Derya Yanik got wê serdanên xwe yên bi saziyên navneteweyî re bidomînin.