Miftiyê gumanbarê destdirêjiyê bi ÇEDES’ê hatiye peywirdarkirin! 2023-10-24 18:15:22   RIHA - Derket holê ku Miftiya Kaniya Xezalan Halîl Bîrlîk ku destdirêjî li  zarokeke 12 salî kiribû, di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin. Vegotinên zarokê derxist holê ku destdirêjî bi awayekî sîstematîk hatiye kirin.    Zaroka bi navê Î.U. ya 12 salî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê di 12’ê cotmehê de rastî destdirêjiya miftiyê navçeyê Halîl Bîlîk hat. Piştî ku zarokê tiştên bi serê wê hatin ji mamosteyê xwe re vegot, miftî di 20’ê cotmehê hate binçavkirin û girtin.    Derket holê ku miftiyê navçeyê Halîl Bîlîk, di çarçoveya projeya “Ez li hemberî hawirdora xwe bihestiyar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)” de ku di navbera Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Ciwan û Werzîşê de hatiye îmzekirin, ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ve weke “şêwirmendê manewî” li dibistanê hatiye peywirdarkirin.    Di protokola ÇEDES’ê ya di 2021’an de hatiye îmzekirin de tenê dibistanên îmam hatîbê û dibistanên navîn dikevin ber çarçoveya projeyê. Lê di sala 2023’yan de bi protokoleke zêdek re xwendekarên dibistana seretayî jî di nav de, temamiya xwendekaran lê hatin zêdekirin.    Miftî Halîl Bîlîk ku li dibistanê di dersa “Jiyana pêxemberê me” de “perwerdeya nirxan” dida, bi awayekî sîstematîk destdirêjiya zayendî li zarok Î.U. kir. Halîl Bîlîk ku li polê di navbera Î.U. û xwendekarên din de cihêkarî dikir, rê li ber nîqaşa di navbera xwendekaran de vekir. Piştî ku nîqaş mezin bû, Î.U. îstîsmara zayendî ji hevalekê xwe re vegot. Piştre jî Î.U. ji mamosteya xwe ya rêberiyê re got ku Halîl Bîlîk wê tacîz dike. Malbata zarokê giliyê miftî kir û miftî hate binçavkirin. Îfadeya zarokê li Navenda Şopandina Zarokan hate wergirtin. Î.U. di îfadeya xwe de got ku Bîlîk dema tu kes li polê nedima  li polê û li mescîda dibistanê ew tacîz kiriye.    Gumanbarê destdirêjiyê hat parastin   Piştî îfadeya zarokê û bertekên hatine nîşandan, miftî Halîl Bîlîk hate girtin. Lê hinek rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan daxuyanî dan û faîlê tacîza zayendî Halîl Bîlîk parastin. Serokê Giştî yê Mîl-Diyanet Sen’ê Celalettîn Gul îdia kir ku li faîlê tacîza zayendî Halîl “îftîra” tên kirin. Celalettîn, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û “Qanûna Têkildarî PArastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan” hedef girt.    Serokê Şaxa Diyanet Sen a Rihayê Mehmet Hadî Gunduz jî wiha got: “Derheqê miftiyê navçeya me Gul de îdiayek hatiye kirin. Piştî vê îfadeyê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Bêyî ku rastiya bûyerê vekolin, li ser îdiaya zarokeka biçûk, miftiyê me ku nûnertiya camîaya olî dike hate girtin. Vê yekê em gelek xemgîn kir.”