26 girtî xistin qawişa 10 kesî 2023-10-23 16:29:23       MANÎSA - Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê 26 girtî xistin qawişa 10 kesî. Parêzerên ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku girtiyên nexweş û pîr nikarin bêhnê bistînin û xwestin şert û mercên wan demildest bên başkirin.    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê qawişên A8 û C14 di 13’ê cotmehê de kirin yek. 26 girtî xistin qawişa 10 kesî. Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, diyar kirin ku qawişên wan kirine yek û nikarin di qawişê de gavekê biavêjin û bêbêhn mane. Li ser vê yekê endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Prz. Meral Kaban û Abdulmecît Yildirim di 18’ê cotmehê de bi muwekîlên xwe re rûbirû hevdîtin kirin.    'Zehmet e ku 26 kes di qawişekê de bijîn'   Prz. Meral Kaban a têkildarî hevdîtinê agahî dan, wiha got: “Muwekîlên me diyar kirin ku di dema yekkirina odeyan de ji aliyê gardiyanan ve lêgerîn hatiye kirin û lêgerîn hişk û provokatîf bû. Zehmet e ku 26 kes di qawişekê de bijîn, qada liv û tevgera wan nîne, pirsgirêka bêhnê, xwarinê û firaqan dikişînin. Hin tiştên girtiyan ji xwe re taybet kirine ji ber biçûkbûna odeyê ji aliyê rêveberiyê ve hatine komkirin û desteserkirin. Ji ber li odeyê cihê du girtiyan nîne neçar dimînin li erdê razên.”   ‘Ji ber qawiş biçûk e sîrkulasyona hewa kêm e’    Meral, anî ziman ku gelek ji wan girtiyan 30 sal in di girtîgehê de ne û wiha berdewam kir: “Peywîra dewletê ye ku şertên li gorî rûmeta mirovên di bin çavdêriya wê de ne pêk bîne. Berovajiyê vê mûameleya nebaş û îşkence ye. Cihê girtiyan ê liv û tevgerê nîne, 26 kes tuwaletekê û serşokekê bi kar tînin. Ji ber qawiş biçûk e sîrkulasyona hewa kêm e. Hemû girtiyên li vir dimînin demekî dirêj e li girtîgehê ne. Gelek ji wan nexweşên kronîk in. Tiştên tên kirin binpêkirina maf e. Divê demildest şert û merc bên başkirin.”   ‘Tiştên diqewimin binpêkirina mafên mirovan e’    Xwişka, Selman Gulbahçe yê li Girtîgeha Akhîsara Manîsayê tê ragirtin, Ayfer Gulbahçe jî bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Ayfer diyar kir ku kekê wê gotiye 26 kes di qawişekê de tên ragirtin, girtiyên nexweş û pîr hene û zehmetiyê dikişînin ku bêhnê bigirin. Ayfer di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tiştên diqewimin binpêkirina mafên mirovan e. 26 girtî xistine qawişeke 10 kesî. Rewşa wan qet ne baş e. Em weke malbat bi fikar in. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Em dixwazin rayagiştî di vê mijarê de hestiyar bibe.”