HEDEP ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da 2023-10-23 16:08:22       ENQERE - HEDEP, ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûme qanûn da Meclîsê.    Cîgira Seroka Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Di hinceta pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku jin di her qadê de rastî cudakariyê tên û pirsgirêka zayendî pirsgirêka demokrasiyê ye.   Di pêşnûmeqanûnê de yekîneyên xizmetê wiha hatin rêzkirin;    * Midûriyeta Giştî a Statuya Jinê    * Midûriyeta Giştî ya Statuya LGBTÎ   * Serokatiya Daîreya Bûdçê ya li gorî Wekheviya Cinsiyeta Civakî    * Serokatiya Daîreya Têkoşînê ya li dijî her cûreyên şîdetê ya li hemberî jinê    * Serokatiya Daîreya Peşxistin û Kontrolkirina Îstîhdamkirina Jinê   * Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên Dervê û Yekitiya Ewropayê    * Serokatiya Daîreya Weşan, Dokumantasyon û Ragihandinê    * Serokatiya Daîreya Peşvebirina Stratejiyê   * Muşavirtiya Hiqûqê   * Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevanî û Çavkariya Mirovan