Edîtora Xwebûnê Nafiye Bal hat binçavkirin 2023-10-23 14:45:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Edîtora Rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik hat destpêkirin de, danê nîvro di serdegirtina mala wê ya Amedê de hat binçavkirin. Nafiye ya ku sewqî edliyeyê hat kirin, bi biryara dozgeriyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Şaxa TEM'ê ya Amedê.   Tê payîn ku Nafiye sibe careke din bînin edliyeyê.