Akademiya Rizaşehrî konferansa çand, huner û wêjeyê li dar xist 2023-10-23 14:03:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Rizaşehrî ya li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, di 18-19’ê Cotmeha 2023’an de "Konferansa Çand, Huner, Wêjeyê" lidar xist.   Akademiya Rizaşehrî (RA) armanc dike ku dîroka baweriya Elewî, felsefe, teolojî, mîtolojî, rîtuel û nirxên wê yên civakî-çandî lêkolîn bike, biparêze û ragihîne nifşên siberojê. Di vê çarçoveyê de 22-23’ê Nîsanê “Konferansa Akademîsyenan” hatibû lidarxistin.   Di konferansa 18-19’ê Cotmehê de jî, hat armanckirin ku vê xebata akademîk bi xebatên nivîskar û hunermendan a li ser çanda Rêya Heq a Kurd re bînin ba hev.   Li gorî encamnameya konferansê beşdarvanên konferansê di roja yekem de, aliyên cuda yên çand, huner û wêjeyê bi 8 sernavên cuda nîqaş kirin.   Beşdaran di vê konferansê de qala xweseriya akademîk, dîroka Elewîtiyê, teolojî, erdnîgarî, mîtolojî, huner û wêjeya wê kirin. Her wiha di bin sernavên cuda de hin mijarên esas hatin nirxandin:   *Ji bo ku baweriya Elewî hîn baştir were naskirin, ji bo zarok û ciwanan amadekirina pirtûkeke bi anîmasyon.   *Nirxandina têgehên çandî û bawerî yên baweriya Rêya/Raa Heqî û veguherandina pirtûkekê.   *Piştgirîdayîn, pêşxistin û belavkirina berhemên hunerî yên di zimanê Kurdî de.   *Komkirina nivîsên di zimanê Kurdî de, analîzkirin û weşandina wê.   *Destpêkirina xebatên Muzeya Etnografiyê.   *Ji bo jinan vekirin qursên terziyê, nasandina berhemên wan û li ekonomiyê tevlêkarî kirin.   *Avakirina komîsyonekî ku di qada çand, huner û wêjeyê de bixebite.   Weke encam hat destnîşankirin ku merasîmên bi vî rengî ji bo parastina çand û hunerê gelekî girîng e. Akademiya Rizaşehîr spasiya dostên ku beşdarî vê konferansê bûn, kir û diyar kir ku ew ê hêviyên xwe yên ji bo siberojê zindî bihêlin.