Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin 2023-10-23 13:21:17       MÛŞ - Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Mûşê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nergîz hate binçavkirin. Hat zanîn ku di dema serdegirtinê de deriyê mala Bermal hatiye şikandin û li malê lêgerîn hatiye kirin. Sedema binçavkirina Bermal nehat zanîn û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê tê ragirtin. Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.