Ayşe Gokkan: Berxwedan teşeyê jiyanê ye 2023-10-23 09:04:26     Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku bi salan di têkoşîna jinên Kurd de li ber xwe da û niha li girtîgehê berxwe dide da zanîn ku berxwedan teşeyê jiyanê ye û ne top, ne çek ne tanq nikarin bide sekinandin.   Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi salan di qada têkoşîna azadiya jinê de têkoşîn meşand, ji ber têkoşîna da hat sûcdarkirin û hat girtin. Ayşe Gokkan ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne, pirsên ajansa me JINNEWS’ê bersivand.   *Bi salan hûn  di têkoşîna jinên Kurd de cih digirin. Sedemên hûn ber bi têkoşînê birin çi bûn?   Ez hemû jinên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim. Ji ber  ku TJA’yî me serbilind im. Bêdengiya li dijî êrîşên li ser me bandor li min kir. Ji bêrêxistinbûnê wêdetir tiştek mirovan evqas birîn nake. Ger ku bê rêxistin bim ez nikarim bîhna xwe bigirim.Em jinên Kurd, Êzidî, Elewî bi her cureyê êrîşan re tên rû hev. Ji ber zimanê xwe em dihatin îşkencekirin lê me neikaribû xwe biparasta. Ji vê girantir îşkence tune ye.   Me çawa têkoşîn da, me çawa li dijî êrîşan li dijî tunekirinê hewl da. Em ji bo xwezaya xwe ji bo av û daristanên xwe çawa têdikoşin. Me têkoşîneke aştiya civakî çawa girt dest. Em li dijî êrîşên serdestiya mêr ya li hember jinê çawa têkoşiyan. Sekna me ya li dijî şoreşa baviksalarî çawa ye?Ji ber vê jî berxwedan pusulaya me ya xwedîderketina li mafên xwe ye. Lê qet ne hêasn bû. Me bedelên giran dan ber çav û em meşiyan.   *Ji hevşaredartiyê bigirin heta aktîvîstiyê di hemû qadan de we têkoşîn da. Hûn dikarin têkoşîna azadiya jinê binirxînin?   Ji rojnamegeriyê heta hevşaredariyê, ji TJA’yê heta hemû qadan têkoşîna jina Kurd riya jiyanê ye. Em di nav zilmê de hatin dinê. Çîroka me serhilan e. Em Kurd û jinên Kurd di îşkencexana vekirî de mezin bûn. Em ji aliyê Hîzbulkontra, JÎTEM’ê ve hatin revandin. Me îşkence dît.  Jin hatin revandin, îşkence li wan hat kirin. Li Nisêbînê Hîzbullahê sê jin revandin û qetil kirin. Li dijî jinên Kurd her cureyê tundiyê hat kirin. Ji ber van êrîşan em neçûn malên xwe, lê em nehatin çewisandin jî. Girtiyên jin zindan veguhetin qada jiyanê. Jinên têkoşîna azadiyê dimeşandin û hatin girtin li zindanan xwe pêş xistin.   Me tecrubeyên xwe kom kirin. Me xwe rêxistin kir. Hemû saziyên me (YKD, DOKH, KJA, TJA) rêgezên berxwedana xwe danîn holê. Jinên Kurd pêşengiya berxwedanan kirin. Pergala hevserokatiyê , jîneolojî, hevşaredarî di nava tecrubeyên qedîm yên cîhanê de mîrateyeke. Wek hemû tevgerên femînîst û jinan.   *Em îro li têkoşîna jinan binêrin ji cîhanê heta Rojhilata Navîn û Rojava têkoşînek azadiyê heye. Hûn dikarin hinek behsa vê bikin?   Çalakiyên li Îranê ji bo Jîna Emînî hatin destpêkirin salek li pey xwe hişt. Dirûşma  'Jin Jiyan Azadî'  Rojava jî têde ilhama şoreşa Kurdistanê ye. Bi dehsalane Têkoşîna azadiya Kurd bi pêşengiya jinê tê meşandin. Jina Kurd ya li Kurdistanê têkoşîn da û serî netewand, li Rojava û Şengalê jî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da. Serhildana 'Jin jiyan azadî’ ya li Îranê jî berdewama vê têkoşînê ye. Li hemû cîhanê deng da. Berxwedan teşeyê jiyanê ye. Ne top, ne tanq, ne çekên kîmyewî nikarin bidin sekinandin. Civakîbûyîna têkoşînê ye. Divê em li dijî rejîman ku dest didin ser mafên me têbikoşin. Îro Peymana Stenbolê jî têde li dijî hemû mafên jinan êrîş heye. Lê em bi berxwedanê xewdî lê derdikevin. Em di berxwedanê de bi israrin.   *Bi salane hûn di xebatan de ne û ji ber xebatên hatine meşandin hûn tên darizandin. Hûn girtîgehê çawa dinirxînin?   Kesên bi salane girtî ne kesên ku 30 sale bê navber girtî ne hene. Ji ber vê ez behsa vê nekim baştire. Bêguman berxwedana wan tunebûna me yê evqas têkoşîn bidana gelo?. Me serî netewand. Ez bi lîstik û senaryoyan hatim girtin. Lê nivîsandina berxwedana zindanan tu senarist nikare binivîse. Venasîna zindanê ya ji bo jinên Kurd; Ji bo şikandina îradeyê teslîmgirtinê ne ev der. Beranberê zilm, îşkence û zextê li zindanan berxwedanek bi heybet tê meşandin.    Îro li zindanan tecrîdek giran tê meşandin. Bi vê tecrîdê înfaza girtiyan tê taloqkirin û şewitandin. Bi hincetên vala cezayên dîsîplînê tên dayîn. Zilm tê kirin. Girtiyên nexweş nayên berdan û terkî mirinê tên kirin. Raporên ATK’ê pêşî li tahliyeya wan digire. Lê kesên li dijî mirovahiyê sûc dikin tên berdan. Rejîmek AKP-MHP’ê ya îxanetê peymanên navneteweyî dike heye. Ev nayê qebûlkirin. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, mafê hêviyê nikare bê înkarkirin.   *Li Nisêbînê çalakiya  der barê ‘dîwarê şermê’ hîna di hişê mirovan de ye. Ev jî bû mijara sûc. Hûn dikarin hinek behsa vê bikin?   Dema şaredar bûm dîwarê şermê hat hûnandin û ji ber  vê 10 sale têm darizandin. Li Kurdistanê têkoşîn tecrubeyek bê sînor dide qezenckirin. Sînor, mayin, dîwar lekeya şermê ne. Netew dewlet sûc dikin. Cîhanê parçe dikin. Av, ax, jin,  mêr, zarok, dîrok, gelan, baweriyan, hestan, xemgînî û kêfxweşiya parve dikin parçe dikin. Nîvê Nisêbînê li Qamişlo dijî. Her kes hatiye parçekirin. Me jinan di 8’ê Adarê de li Nisêbîn di mîtînga berxwedanê de sînor, dîwar, mayîn red kirin. Me dorpêça leşkeran derbas kir. Salê du milyon jin ji ber sînorên di navbera dewletan de fuhuş li wan tê ferzkirin. Penaberî ji ber sînoran derket holê. Hegemon li ser penaberan bazarê dikin. Yên şer derdixin hegemonin. Yên ji hawira şer derdikevin jî qetil dikin. Sînor, çem, behr veguherîne goristanan. Cenazeyên mirovan li peravan dixe. Me li dijî dîwarê şermê greva birçîbûnê ya 8 rojan berdewam kir pêk anîn. yên piştgirî dan ne têde, rayedarên dewletê, poolîs û leşkeran sûc kir. Ez wek TJA’yê dibêjim gelo dîwarên şermê dibin pirsgirêka mezin a ewlehiya civakê. Em wek TJA dibêjin; Em bi daxuyaniyên ji bo tenduristiya zarokan tên dayîn jî bawer nakin. Em dizanin ku berxwedana we ya wek zarokan ji bo dirêjkirina temenê we ye.   *Gelek siyasetmedarên jin yên di têkoşîna azadiya Kurd de cih digirin, tên girtin. Jinên ji doza Kobanê tên darizandin jî hene. Der barê darizandinê de hûn çi dibêjin?   Îdianameyek doza Kobanê tûne ye. Dadgehek hatiye dîtin tune ye. AKP-MHP bi KHK û TMK’ê êrîşî kesên ne li alî wan e dikin.  Derdê rejime bi berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ya li dijî DAIŞ’ê têdikoşe ye. Dixwaze ji jinên berxwedêr tolê bigire. Rejîma yek mêrî bi doza Kobanê dixwaze ji jinan re bêje em hesabê berxwedanê ji we dipirsin. Hewl dide vê peyama xwe empoze bike. Em jin vê darizandinê qebûl nakin. Em jinên TJA’yê û jinên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe  didin dibêjin ku divê herkes bibin  parçeyek vê berxwedanê.   *Di qada navneteweyî de der barê têkoşîna azadiya jina Kurd e xwedîderketinek heye. Ev têr dike gelo?   Têkşîna jinên Kurd li qada navneteweyî bû mîrateya destkeftiya jinên cîhanê. Îro di encama jin jiyan azadî de di berxwedanê de pêşketinek mezin heye. Bêguman jin ji destpêka baviksalariyê de li ber xwe didin. Jin bi rêgazên cuda li ber xwe didin. Lê hevparbûna têkoşînê vê demê de hîn bêtir pêş ket. Ev gelek bi nirx e.