ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN 2023-10-22 09:00:00     * Nûnera Koma Xebata Jinan a TMMOB’ê Dîlruba Duygu Soylemez balkişand ser bandora şerê li ser jinan ya li Rojhilata Navîn li didome û got: “Şer, şerê rant û hêzê ye. Li ser jin û zarokan polîtîka tê meşandin. Yên van birînan dikewînin jin in.” BI DÎMEN    *Ev du sal in şaredariya AKP’yî çopê valayî Çemê Botanê dike û ev  çop jehrê belav dike. ‘Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk a Entegreyê’ şaredariya HDP’ê di 2021’ê de kir faliyetê û biryar hat girtin ku çopê valahiyî tesîsê bikin. Tevî vê biryar pêk nayê. BI DÎMEN    *Di hevkariya qeyûmên tayînê şaredariyê bûye û Wezareta Çand û Turîzmê, li Sûr a Amedê Mîhrîcana Riya Çanda Sûrê pêk tê. Şanoger Elvan Koçer da zanîn ku armanca vê mîhrîcanê asîmîlasyon e û got li dijî vê li her derê Kurdsitanê divê hemû saziyên Kurd têkoşîna xwe bidin. DÎMEN HEYE   * Rabîa û malbata xwe 30 sal berê ji ber zextên dewletê ji Êlihê koçî Îzmîrê dikin. Li dijî zextên ku li Îzmîrê jî berdewam kirin, têkoşîna wan jî bidawî nebû. BI DÎMEN    *Hinek rojnamegerên ku li şûna balê bikşînin ser hilweşîna ku şer afirandiye, bi bernameyên zindî yên kelecanî şer radiginînin û komkujiyê wek magazînî radigihînin. Gelo fêdeya vê ji kê re heye?Bi weşangeriyeke magazînî gelo wê ruyê rast yê şer ji kê çiqas veşêrin? MEDYA KRÎTÎK