Armîta Power ya girtî dest bi greva birçîbûnê kir 2023-10-21 20:42:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Armîta Power ku bi hinceta tevli çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ bûye hatibû girtin li girtîgeha Tebrîzê dest bi greva birçîbûnê kir.   Li Îranê Aktîvîst Armîta Power ku bi hinceta tevli çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ bûye hatibû girtin li girtîgeha Tebrîzê dest bi greva birçîbûnê kir.Armîta  ku xewndekara Zanîngeha Sîvîl a Tebrîzê bû mehek berê hat girtin û birin girtîgeha Tebrîzê. Armîta li xizmên xwe geriya û ragîhand ku ketiye greva birçîbûnê.   Hat hînbûn ku Armîta gelek carî hatibû girtin û bi kefaletê htaiye berdan.